A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Berkendalî
238 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Berkendalî

Çend zivistan in ku nikarim
Mêlaka xwe bi xêra baranekê bihincinînim
Çend şûşe dîmen in ku nikarim
Ristên xwe bi gûşiyeke tirî bicebirînim
Çend xêl û dawet in ku nikarim
Bi peşkek şahî bibim ezîzê malek

Nikarim ceynikjêçûna zelûliyên berwext
Di karwanê teqîn û reqînan de kedî bikim
Nikarim tîşiyeke zebeşên ziksor î nîşanreş
Ji sîkutk û pêlên zeryaşînê re bikim kelek
Seydvanên kordundetiyê sifinê hemû kêvroşkan
Di zîn û giran de kor dikin bi çavên min
Xezeba deriyên talankeriya min
Ji awirên mifteyên hesankirî dibarin

Keleşêr avis in êdî
Roj hilnayê
Roj hilnayê...

Jinikeke dilheban guliyên xwe li ber bayê germ
ziwa dike bi lêgerîn û peydakirina behran re
Bendîxaneya pîrhevokan li tenişta jinikê
Ayetên tivîlk û kewan dermale dikin
Li ser kursiyekî qehweya karkeran
Bapîrek ava serbûriyên xwe dide ber qurtan
Destmalên sorgevez bi xefikî dişînin
Li pey hemû bûkên bendîkirinê
Bûkên birîndar li ser somyeya peritî
Kezeba xwe bi xurtî didin ber gezan

Li ser sêla sêkuç nazînaniyên rehtbûyî
Rûnê pişika min diqerimînin
Çend şev in ku mehra simên jiyanê
Bi dêrûniya xwekujiyê re dibirim

Keleşêr avis in êdî
Roj hilnayê
Roj hilnayê...