A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selamî Esen - Balada Diyalektikê
184 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selamî Esen - Balada Diyalektikê

i.
(hê xwe ji derincikên maliştî bernedayî xwarê
peyvên xwe xistin di kûrika xwe de
û dest bi rêveçûna qîjewîjiyê kir)

Tava hilor xwe li ser çermên spî rehet dike, lambeyên kûçeya stûkurkpelixî û qorzî cenabet,
bêguman, kuştiyên berkaniya zarokên nehs in; sekingehên bêbranda di berê gemariyê de
radizin, erebokên tekelfisikî bi zengariyê re şa dibin, otobusên kinczer zîtikan li trafoyên
bêdirûşme didin, trîpleksên şaneşînşêt xewarên araqa şevê ne, dilavêtinên mizilmewta
aşxaneyan, kebizîna kurrederên fast-foodî...
Li hêviya nimêja êvarkî ne hemû parsekên duafiroş, li ser peyariyên hilû û asfaltên îska mirinê
-helbet- toz û dews zarokên bîjî ne. Jorbihurka bêbask teşkên xwe yên derincikî dirêjî li
tenişta dibistana alsor kirine. Ji zikê hêroyan darişîne hemû kavilên tilyakkêş.
Marketên gudgude destên wî maç nakin. Navenda ragihandinên qutşebeke hê pirsa paşnavê
keçaniya diya wî jê dikin. Tanqên xakî û TOMA 1 yên bîberhez li tenişta kolanên xemilandî
bêhna xwe -ya geflêxwarinê- bi xewlekirina xaçên dibinçengde vedidin, gêzikvanên
qetxepêlan tev de stûxwar in. Tabela bi daçekên bêtewang, afîş bi navdêrên bêzayend,
bîlboard bi tîpên nehilmî û bi grafîkên derhunerî xemilîne.

Deyndarê ceryana avkurdistanî, fatûreyên avşêlo,
bergê pirtûkên postmodern û bêperîya sewdaya xwe bû.

ii.
(“Ku te welatek azad hebe
tu wê hingê azad î
kurê min..!”)

Li vî rikobajarî, sebî û tifalên awêneyî, xwêhdana li ser eniya çiyê bi keviran paqij dikin. Di
hewşa gûzşikandinê de ergaz dibin çilo û qaşilên bermayî. Pê re, sîxik û şûjinên dirûtina kîsên
barê nalebariyê, di destî de Zarokên Ber Çêm, ew tîrata veavakirina bercestên pexşanî.
Nexwe ewqas ne dûr in keleporkarên ku qiloçên çêleka zerî badidin, nexwe ewqas ne dûr in
şêx û mişayêx, şêrgele û pilingên ku çingîniyan ji kuçên serseng ên deqê tînin, nexwe ewqas
ne dûr in karkerên helek, xerc û siwaxkirina wêjegeha ku xewnan didêre.
Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma sîwan li serê lambeyên trafîkê
dadikin. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma notirvanên dewletê
xewlexaneyên mîtralyozî ne. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma
sebkerên şevê di berê telefonan de radizin. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne,
lewma îxbarên bêdozger rikên xwe li şûnikên hiriya Çemê Karê tînin.
Di cizdana bêwêne de alên xwedîesman kedima wî li rex bankayên çîroknezan dikin. Kaseta
xwe ya kedê danî li ser teyba bankamatîkê. Di dîmenderê de hew hevokek baneşanî:

“Di hesabê we yê moxana helbestan de
nîn e ti welat ji bo arimîna hicranê!”

iii.
(li Parka Fêrikê Ûsiv, li bin dara fisteqê
akademîsyena Zanîngeha Reşîdê Kurd
bi kurê xwe yê du salî re vedihese)

Ji ber ku sîkutkên vê hewzê bi ava asikên dilqewzî tên nîgarkirin, ji lew re jî Rîtsos bêhna xwe
li wan diqewirîne; du kevokên asûde li ser peykerê hesinkariyê dixwînin, ev bîrdariyên hilû
her êvar bi pelçimên daretûyê serê xwe dişûn û cilên xwe yên stêrkî li xwe dikin. Jêrxana jîna
te şiyandar, jorxana jenyariya te jûndar e; lew ji Olîmpiyatên Tebaxê re sê meh Rojbaş mane,
kurê min!
Bi kinoşikên porheyv maliştina berikên xetxetî çêjdartir e, kindir û werîs bûne benên kişkana
te, li ser sehpeyên şermoke tu yê -bi hesabê dildariyê- kenên xwe bikişkînî. Pezkûviyên bajarî
ji afirrên helbestî avê vedixwin, balaxaneyên ewrhez nikarin xwe li ber evîna ala rengîn û
esmanê rût bigirin. Cenanên cinîna vê parkê lorînên min ên bi esl û bi cinas in, kurê min!
Ji risteyên bavê te hatiye ajotin zeviya ku dilopên xweşbîniyê li te diwerandin. Ji risteyên
bavê te hilhiliyê zikê ku te tê de malomalo dileyîst. Pîgmenta tabloyên eniya te xwe ji şafirên
kitsch 2 î bi keskesoran parastiye, awirbaziyên peykerê mûlajî bi peşkên zêravê hetka toz û
telêzê dibin. Bes tê çarlepkan biçî êdî û çîrokên Elo Dînoyê Nehs bimijî. Mekûkên mehtika te
ji pênûsên beyanîhez welidîne, kurê min!

Navê xirxiroka te Rindo,
tetên te germ, pepên te sivik,
bersinga te:

“Êleee, hayêêê, bavo çûye kayêêê,
xewa bebîşok nayêêê...”