A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Yara Min 4
83 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Yara Min 4

Derdê me qey ne bes bû, dilber jî xwe bi ser da
Hebû me yek dilek kul, derkete çû ji derda

Çehvên di reşbelek ew, gava me tên di bîre
Sewda û hiş diçin tev, dibin wekî esîre

Ê kû me kuştinin ew ebrû, bijang û lêv in
Xal, nuqteyê li ser sûretê ku felqesêv in

Xem û xiyal me her tim cot-ejderê kezînî
Ew awirê hezînî çav qirpandin dizînî

Singê wê girtîxan e, dil tê da maye girtî
Wek dergevan dipane, cot memikê veşartî

Carnan ku tête xatir, xewnê şevan me nayê
Nalîn dibit me hevrê, wekî nexwoşê tayê

Hesreta dîtina wê, çêkir birîn di dil da
Manin dikin tesellî, bi dîtina di xew da

Gava di xew dibinem wê heykela cemalê
Gellek zeman dijîm ez, di nava wê xeyalê

Pur hêvî û dexalet Serda kir ji şirînê
Manin dibên gelo ka, şefqet bike bi dînê

*Wezn: Mefûlu / Fa‘ilatun / Mefûlu / Fa‘ilatun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, rr:34-35, 2018, Nûbihar