A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Yara Min 2
69 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Yara Min 2

Dilber çi şox û şeng e, sîmên li dor cebînê
Navkêlzirav, çeleng e, te'nan dide li Zînê

Baxçe û bax diqarin, her lehzeyan bi ken bî
Binefş û gul dibarin, dindan ku têne dînê

Gerden bilind û 'êlî, xalek li bin çenê da
Kofî, kitan û xêlî, ça tên li wê şirînê!

Biskê siyah wekî mar, xwuşîn tilîn e çengel
Dêmê sipî li bin tar, zulfan dike şevînê

Bostan e singê dilber, lê cotekî şemamok
Gehîştine dikin zer, hatine ber çinînê

Çavên di reş tijî xew, têk mane mest û serxweş
Bê serfîdakirin ew, nayên tu car kirînê

Rabe ji xew ku lê kem, avê li herdu destan
Çavan bişo ku çêkem, cîkî li şehnişînê

Kerem bike bi dewlet, îro me padîşah e
Wer bîn te tali' û bext, rûnê li textê Zînê

Bi wan tilînê narîn, hilde qelem ji masê
Qanûnekê derbixîn, ji boy girt’yê evînê

Zanî gelo çiqas can, tev jî bi qeyd û zencîr
Rêpanî karê wanan, rêya kezîzerînê

Curmê di wan ‘ebîdan, pur bê hesab giran in
Manin di bend û qeydan, lew vanê mexbeçînê

Kî nahebîne Serda, bejna zirav û narîn
Gava porê xwe berda , misk û gulav û bînê

*Wezn: Mefûlu/Fa'ilatun/Mefûlu / Fa'ilatun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 30-31, 2018, Nûbihar