A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Tu Binêr
79 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Tu Binêr

Tu binêr çewwa perîşan kir’ye ‘alem zulfê yar
‘Eql û dil talan kir û bir ‘enberînê zulfê yar

Heybet û dehşet dide bo ‘eql û qelbê ‘aşiqan
Ser xezînê gerr vedayî ejdehayê zulfê yar

Puştî îro miskê çîn nayê tu car nêzîkî min
Ta ku bîn ke canê min ew bîna xoş a zulfê yar

Ket’ye ‘aşiq benda xett û nuqte amalê dirêj
Ew çiqas bîra xwe bîne xal û xett û zulfê yar

Rûyê wê, gul ra letafet-bexşe ez têr-aviyê
Sunbul û reyhan dixîne çola hîret zulfê yar

Ey dilo! Çi sirr e zencîrê cunûn te bend nekir!
Lê bi yek mûyek girêda dest û pê te zulfê yar

Wezn: Fa'ilatun/Fa'ilatun/Fa'ilatun/Fa‘ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 119, 2018, Nûbihar