A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Min Ji roja Ku Ji Dil
79 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Min Ji roja Ku Ji Dil

Min ji roja ku ji dil ra zulfê yarê bûye dav
Perdeyê namûsê ker kir wek pêsîrê sed şikaf

Ev çiqa sal e ketî û mestê cama firqet im
Saqî ez meyxaneyê weslet tu bîne camê saf

Çî ye bulbul ev qeder zarîn û ah ber şaxê gul
Kesê ku ‘aşiqê rast be vedike bê fayde laf

Tu dibêjî ‘aşiq em, aya dizanî ‘işq çî ye
Ji giranî barê ‘işqê xwar û xûz kir pişta Qaf

Sirrê ‘işqa yar ji yê wek xwe tu cara tu mepurs
Bo kesê hîsab nizane her yek e hindik û zaf

*Wezn: Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilim (Fa'lun)
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 118, 2018, Nûbihar