A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Gulşenê Umrê Me
57 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Gulşenê Umrê Me

Gulşenê ‘umrê me da heyfa gulê xweş bû nema
Ber çiqê gul ey derîxa, bulbulê xweşgo nema

Baxçeyê dehrê ji werdê rengareng xalî nuhîn
Bîna nezhet bide canî sunbul û reyhan nema

Wê çewa lêvtî di çola fîrqetê da dê here
Bezmê ‘eşret da ji mey yek camekê tijî nema

Ez bi ahîn û fixanan radikim kohê xemê
Gerçî der Ferhad û dil da zora bazû qet nema

Çi bikem ey dil, bi çi rûy ‘erzê hacatê bikem
Barigaha xîretê da rûyê xwestinê nema

*Wezn: Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilatun /Fa'ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 125, 2018, Nûbihar