A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Ey Tebîba
79 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Ey Tebîba

Ey tebîba çaresaz im xestehal bûme were!
Rehmê ke, muhtacê dermanê wîsal bûme were

Cilleyê hecrê zebûn kir'ye minê xayet zebûn
Barê cewra te mi xûz kir, wekî dal bûme, were!

Ev dilê dîwane zincîrê cunûn pabend nekir
Nagihan pabendê zencîrê melal bûme, were!

Arizûyê wesla te ey roja asîman hesen
Ah û zarîna min e zerre-misal bûme, were!

Pêvedayê marê hicran im seraser, ey hebîb!
Rehmê ke carek, tu tiryaqê wisal hilde were

*Wezn: Fa‘ilatun / Fa‘ilatun / Fa‘ilatun /Fa‘ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 127, 2018, Nûbihar