A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Bûm Esîrê Xurbetê
102 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Bûm Esîrê Xurbetê

Bûm esîrê xurbetê pabendê dava kurbetê
Qeysê hamûnê zeman wundayê deşta wehşetê

Her wekî bulbul ji destê cewra xarê zarezar
Dilkulê hicran wekî lal daxidarê dehşetê

Şûşeyê dil bû ji zulm û cewra yarê parepar
Singê min amanc e bo tîrê bela û mihnetê

Ew qeder bê quwwet û jar û ze‘îf im, ey derîx!
‘Erzihala min bibe bal yar, mi nîne qudretê

Zû bigêje sahilê amal û bigre destê min
El-meded ez ketme cayê kûrê behra hîretê

Bulbula! Ger çi bi zahir ez li erdê zillet im
Jorê eflaka hilûn e bo humayê himmetê

*Wezn: Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa'ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 111, 2018, Nûbihar