A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Bona Dewlet
97 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Bona Dewlet

Bona dewlet dil girêdana bi çerxê ve ‘ebes
Wekî omêda wefayê ji kesê bê şîr ‘ebes

Aqilan zencîrê teqdîrê tu bernadin ji dest
Tayê tedbîrê ra paldan îşekî gelek ‘ebes

Bulbulê baxê heqîqet be bike tim naleha
Wer ne der vê koxê fanî nalîn û ahîn ‘ebes

Daniş û ‘ilmê fenayê tu mebêj naehlz' ra
Lewra ser rêya kesê kor, danîna lambê ‘ebes

Batinê xwe tu muzeyyen ke bi ‘işqa Zulcelal
Wekî neqşê ser cemed, neqşê perî-peyker ‘ebes

*Wezn: Fa'ilatim/Fa'ilatun/Fa'ilatun/Fa’ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 123, 2018, Nûbihar