A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Bê Te Ey Serwê Rewan
73 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Bê Te Ey Serwê Rewan

Bê te ey serwê rewan, ba gul û gulşen çi bikem
Sunbul û reyhan û sosin çi ne, ez pê çi bikem

Ah ji destê van reqîban, min ruwê te têr nedî
Nîne gul bê xar û xweş bê nexweşî ez çi bikem

Here ey nasiho, ber derdikeşan ‘eybê negîr!
Di ezel ferman ev e, ew çi biken ez çi bikem

Ger ji perda xeybê bê der agirê ‘işqa te jî
Tu biferma ku ezê suxte xerê min çi bikem

Şahê dilber, ger bi zindan min bişîne rojekê
Destegîrê min nebe lutfa tehemten çi bikem

Rehberê, ger bi çiraxê neke ew ateşê Tûr
Çare bo şevtariya “wadiyê eymen” çi bikem

Ey dila! Cenneta ‘alî ciyê bavê Adem e!
Ez ji sekna xwe di vê xana xerabe çi bikem

*Wezn: Fa‘ilatim/Facilatun/Fa‘ilatun/Fa
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 110, 2018, Nûbihar