A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Selahedînê Gimgimî - Aşiqan Ra Tûtî Ye
177 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Selahedînê Gimgimî - Aşiqan Ra Tûtî Ye

Aşiqan ra tûtî ye dil lêva te qend û nebat
Xunçeyê dev şermi daye kaniya ava heyat

Bejna te hîretdehê serwê rewanê bositan
Zulfê şevrengî te kir reyhani ra bê qedr û mat

Ger nebûya rûyê te rewneqdehê gulzar û gul
Ne dikir bulbul bi vî şeklî ji gul ra îltifat

Tîrê awir ji texaful kir dilê min pare par
Bir'yê1 te tim secdegaha dilrûbayê pût û lat

Heyderê meydanê dşqê me li duldul bûm siwar
Kî bi min ra dertê meydan, distîne şe’n û berat

*Wezn: Fa'ilatun/Fa'ilatun/Fa‘ilatun/Fa'ilun (Fa‘lun)
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 115, 2018, Nûbihar
*Deşîfrekirin: R. Xendekî