A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seîdê Gabarî - Ahoramezda
287 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seîdê Gabarî - Ahoramezda

Ahoramezda..
Allah..
xweda..
çi kes bim ez
çi reng bim ez
çi tişt bim ez
çi qenc bim çi xerap bim ez
ji bîr neke mirovim ez, insanim ez , xelîfê te me li ser zemînî ez
Ahoramezda.. ez dû çavan ji te dixwazim ez.
Ji pişta adem û êva te afirandim ez
te soz dabû Ehrêmenî ku serfiraz bimînim ez
bêkesim.. bêxwedî me .. bê awatim ez.
Ahoramezda..
Ji qewmê arî û mîdî me ez ..
mîtan û kardox û lolo me ez..
birakê xorşîd û ayîsd û poroçîsta û firîna zerdeştî me ez
sûyarê Sultan Salahedînî me ez
xewna şêx Seid ê Pîranî me ez ..
gazîya Qazî Mehemedî me ez..
Kevne Sofîyê gorra barzanî me ez..
Ahoramezda.. dû çavan ji te dixwazim ez!
Ahoramezda.. hikmeta te ye
yaxî nabim ez.. kifir nabim ez..
lêbelê mafê mine ji min sitandin
to yî xwedîyê keremê mafê mine lew ji te dixwazim ez !
Ahoramezda..
te ez hêlam.. belê te na hêlim ez..
hez nakî ji min .. belê ji te hez dikim ez..
min dicêribînî.. belê te na cêribînim ez..
bê hêvî may to ji min .. belê bêhêvî nabim ji te ez
Ahoramezda..
çirayê dinê vimirî di çavê min de..
lê çirayê te nahêlim bivemire di dilî de ez
ahoramezda.. sal û zeman distirînim mandî ne bûm ez..
jîyê mayî jî .. dê vê stiranê stirînim û mandî nabim ez
ahoramezda.. bila ez bihêm dîtin .. herçende nabînim ez.

*Amadekar: Sebrî Silêvanî, nameya Seîdê Gabarî ya ji bo Xwedê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê