A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Tu Were
209 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Tu Were

De ka
Êdî tu berbe min were,
Bi kulmek hêsirên ji çavên bêxew.
Di poșmaniya sibehek te, êș kiribû
Piștiyên dilê xwem.
De ka
Devê birînên azirî,
raserî pêsîra dilên birçiyên azadiyê bike.
De ka
Tu li tu êvara varneqile
Li șîpa ewrekî șipîșîn,
Tu li sibehên stêrk dibe sertaca wan bigere.
De ka
Tu bibe mijhezek,
teva ewrên bi keder
Û
Bibe baranek tî,
Li ser xewn û xeyalên bajarên șewitî-n.
De ka
Tu destvala bi rê keve, ji kolanên zarokatiya min.
Ez! Kenê xwe di derhûdiya dergûșa vala de dihêlim Ji te re.
De ka
Tu were.
Ji berriya Mêrdînê, weke masîgirkî!?
Șewk û derziyên xwe bavêje gola Wanê
Tu yê min bigire ji xwe re.
De ka
Perdeya xema bi alî de ji ser rûyên xwe.
Bi nêrînek șêr-în û bêveger
ez li birînên te yên șoptahl vegerim.
Min sond xwariye qesem bi navê Xwedê,
Û
Bi dilsoziya stêrkên çiyê.
Ne ez te jibîr dikim
Û
Ne dihêlim!
Dem û çarçove, sûretê min spîçolkî bike.
Diyariyekê didim te, di govenda bûk û zavatiyê de li tilîkên wan yên gustilîkê binehere
Bajarê Wanê cemidiye rê û durb girtiye li min.
Êdî tu were dayê
Êdî tu were
Ez!
"CANFEDAKÎ " Bêveger im.
Bêveger im.
Êdî tu were
Êdî tu were.
Tiștekî min tune,
ez kulîlkeke
bêwelat
û
bihareke xizan li ser rêyeke bêveger im
Felek rojên temenê min
Û
Perperokan bi hev re dijmêre
Êdî tiștekî bidim te nîne dayê
Destmaleke spî, dilopek xwîn
Kozikeke sar û vitîvala
Û
Bila misteke ken û hezkirina min,
mîrate bimîne ji we re.