A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Tenêtî
277 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Tenêtî

Di qerepera jiyanek ne diyar de,
Li ber pêlên nermebayekî xerbî,
Bi rêzikên helbestek westiyayî
Dilorînim êşên xwe,
Di kerrlaliya şevê de.
Di derya evînê de,
Parsekekî destvala
Û
Bêgeşt vedigerim,
Garana xeyalên xilmaş.
Mîna masiyekî sewsî Û birçî,
Di nava okyanûsan de
Bazikê xwe dixum,
Dibin siya tenêbûnê de.
Hêviyên çilmisî avreşandî dikim,
Bi xwêdana eniya
çiyayên  polayî.
Û
Kulmek hêsirên  min deyn kiri bû, ji çavên zarokatiya te.
Ji tirsê re , ayatê azadiyê dixwînim li ber newaya giriyê tenêtiyê de.

10/8/2016