A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Şev
114 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Şev

Di bêdengiya demên bêdemê de
Li berbangê çiyayekî enîgewr
Șev, qereçiyek parsek e
Li nav bajarên xeyalên min.
Difiridînin similên hêviyan,
bi șopên neșûștî
Avise Çavên dayîka kurmanc
Bi cotek hêsirên newelidî.
Weke Kevokek bizdok,
Penaber û revok`im li navê xwe.
Serpêhatiyên min,
Li lêvên berfek Adar`î dinivîse.
Bi hespên xeyalan
Di rêya xema ve diçim diçim
Û
Heyy diherim.

30/3/2017