A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Kulmek Şînbirik
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Kulmek Şînbirik

"Ji helbestvan Ehmed Huseynî re, tu werêva xwîna dilê danisilî, hevokên di xewnan de vediciniqe, xwêdanên bișeple û biwêjên terqilî li ser kaxizan dibanîne, heke hindik be jî, ez dixwazim ji bo goșiyên keseran û teniya Sînema Amûdê Ji bo ku xwe Ji straxê dilê kekê Ehmed Huseynî xwe berra ser birk û hewdikên mehserên Azadiyê bide ev helbest Ji bo wî û ên wek wî porrên Êșê di dilê xwe de spî kirine û Ji hezkirina Qamîșlokê dûr ketine, û bi arê evîna Welêt tên șewitandin re diyarî ye."

Kulmek șînbirik weșiyan,
Ji nava diranên gumgumokan,
Bin siya șevê,
Navên wan biqasî bejna Mezopotamyayê
Dûr û dirêj dide șewqê
Biqasî ferat û dîjleyê xew lê herrimî
Û
Bi kefteleft xwe hildavêt
Ji nalînên deq li eniyê,
xwîn dișewișî xwe berra dida newqê
Naqarat dîsa dengê axînên dayîkek kurmanc,
Gazinên bêkesiyê dikir bi Xwedê
Kilama "hey lê dayê tu menalîne, xort
Șehîdin tu xem nîne" digot.
Dîrok de îro li çîpên xwe bixe
Bila hilweșe hêtên zilmê ji kederên bêdengiyê.
Nalînek rû-gevez û birîndar șiyar dibe,
Ji hênikayiya çiyê
Xortaniyek ku bi heft qelaç û kelefan,
Dûr im ji sînorê yextiyariyê
Xwêdaneke ku di havînê de qefilî xwe ji temberîkê berdide,zipîk zîpik difitirîne kuriyên simbêlan
Ji bo te WELATOO...!