A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Ez Nêzîk im Ne Dûr
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Ez Nêzîk im Ne Dûr

Ez nêzîk im ne dûr im
Hinarekên bûse li ser diçêriyan,
Bi tîrên xezebê qelișîne, qermiçîne.
Çavên nedawî!
Bi nêrînên li bîranîna poșman
Kenên ji qudûmketî, li ser lêvên lerzok
Xêliyên nalîn di bin de kurk ketine
Hineyên di sorbûna xwe de dixeniqe
Biqasî hesretên birînên xwe dialêse
Ez nêzîk im ne dûr im,
Birîn-kûra min
KOBANÎKA MIN.