A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Vural - Aşût
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Vural - Aşût

Di çavên sibeheke bêwext û beravêtî de
Hêvî û hezkirinên temen-pîvok
Bûne xwirîniya gurî,
Gornepaș û wawîkên birçî,
Xewên nîvxewî dihejmêrin gez û qertên kovî,
Li ser bedenên nașî.
Șev di binê siya tirsê de,
Dikewînin birînên rizyayî.
Tiștên ku ji zarokatiya min tên bîra min,
Li kêleka birçê, li paș malan
Dema ku me bi veșartokê dilîst,
Çavên girtî, zimanên serîpekantî
Destên li ser serî bilindkirî,,
Di reștariyên çêkirî de! Min kes nedidît
Ez bi tenê çav girtî dimam,
Di xêzikên fillehan ên risasî de.
Îro jî bextewariyen pêșerojê,
Di serê șewkekê de weke xapandina êmekî
Di nava devê segmasiyakî de me,
Ne xwarina masî me dixwe tê dîtin
Û
Ne jî qîrrînên ferihî tên bihîstin.
Çavên bêronî! Guh xetimîne,
Ev çi bobelat e ku tê serê me
Hêviyên bêșivan, tozgirtî û bawî,
Hêdî hêdî tên kurrisandin, ji hêla
Dahbe-lokên diran-bevș de
Me hêviyên virnî di dilên mirarokî de,
Hilî kirin.
Bêyombûn bûye mîna așûtekê
Û
Xwe pêçaye li navê me
Li her deverê.