A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Botanî - Viyana Miletê Min
369 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Botanî - Viyana Miletê Min

Viyanê heq diyar kir
Bi xebata sor û sext
çaxê sitem raborî
Wêran dibin tac û text
Koşka qiral tepisî
Lê wergera text û bext
Ger bivên û ger nevên
Lez û dereng têtin wext
Ji dil eger bibin yek
Kurd û ereb dest bi dest
Jêr sêbera wekhevî
Ava dibin çiya û deşt
Tê de bijîn wek bira
Vêg ra azad û serbest
Welatê xweş û şirîn
Dê bibit bax û beheşt

Mûsil, sala 1958-ê