A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Botanî - Gulbihar û Mêşa Hingivînê
308 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Botanî - Gulbihar û Mêşa Hingivînê

Gulbihar:
Ka ew hing’vînê cara’
Di nav wan teht û dara’

Were mêşê derwêşê
Zîrekê zehmetkêşê

Lêva min a lîlozî
Bo te cejnepîrozî

L’ şûna gul û gulzara’
Min bimije wek yara’

Evînî xweş evînî
Xwînê bike hingvînî

Ji vê xwîna pir paqij
Tijî awaz û lavij

Awazê jîna rastî
Hemî evîn û aştî

Bike hingiv bo mala
Bo cotyar û bo pala

Bo şahîn û rewşenê
Bo Yonan û Gulşenê

Bo her kesê zikbirsî
Ji bêkesî çirmisî

Ji nêza ger ji derda’
Li hemî war û erda’

Were mêşê gulmijê
Pîroz e warê tu jê

Behişta bîr û çav e
Gul û bilbil di nav e

Mêş:
Ev çi pesn û dîrok in
çi gotin û çîrok in

Qet hew nabin gote got
Gulê te cerg li min sot

çîrok û çîvanoka’
Vehîne bo zaroka’

Ev e bo te sed girov
Hemî nîşan û dirov

Hirça’ şane nehêlan
Ez ê li çol û bêlan

Hing’vînê min keriftin
şilx û şane heriftin

Hirçê pîsê devgenî
Min digotê ezbenî

Tivtiva mêş û gula’
Ji hemî rex û mila’

Hingiv rija ser xwînê
Rebî kafir nebînê

Dîsanê me destpê kir
Hing’vê şirîn me çêkir

Mêşên me wê d’livlivin
Bi dilgermî d’tivtivin

D’mijin şîrava gula’
L’ ber awazên bilbila’

Hema ko me kir tivtiv
Bixun her bixun hingiv

Kar dikim bo mirova’
Guh nadim hirç û hova’

Gotina te ji dil e
Lêva te ya bilbil e

Lêva te ez namijim
Bilbilê te nakujim

Here gulê delalê
Wereve serê salê

Gel hogir û hevalan
Diyarî b’xun ne b’ talan

Xelat e, xweş xelat e
Xêr û xweş’ya welat e

Bo wan zarokên sava
Bo xwarna bûk û zava

Di gel maç û silava’
Xwedê mala te ava