A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Botanî - Gula Evîna Min
634 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Botanî - Gula Evîna Min

Pir pir ciwan rengê te ye
Ehmed Xanî dengê te ye
Barzanî ser cengê te ye
Kerkûk û şengala minê

Soza dil peymanê te ye
Xwîna min dermanê te ye
Min çav li fermanê te ye
Tu cejn û sersala minê

ç’yayê Cûdî bejna te ye
Xemla Newroz cejna te ye
Dilsotiyê dît’na te ye
Rengê te ser ala minê

Me dil evîndarê te ye
Ji mêj ve xwîndarê te ye
Pêşmerge guhdarê te ye
Rewşa te pergala minê

Ez bang û hawarê te me
Xîçek ji nîgarê te me
Hişyar û xemxwarê te me
Hey xaç û hîlala minê

Deşta Zê, 1961