A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sebrî Botanî - Di gel Yezdan (Enfal)
3772 Xwendin
29 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sebrî Botanî - Di gel Yezdan (Enfal)

Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Muhemed jî kirin Hîtler
Ey Xudayê şev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?
Ez li welatê xwe bê sûç
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe digevizim
Ev derdê min, pirr ji mêj e
Çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miştqirêj e
Ceng û rev e sal û zeman
Kuştim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namûs jî min neman
Ez rateqandim derbider
Li ser serê min ceng û şer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser peyxember
Li Îslamê zû peyda bûm
Hem şagird û hem seyda bûm
Ji hingê ve heta evro
Girtiyê dav û qeyda bûm
Ku Îslam hate meydanê
Hizr û hêza xwe min danê
Min bi xûna xwe mezin kir
Wê ez xistim di zîndanê
Dîn ez kirim sed ol û ol
Sofî mofî bê maf û şol
Misilmanek bi ser û ber
Belengaz û qels û melûl
Bi destê van misilmanan
Evan cîran û pismaman
Tev bi talan û şewat çû
Dam û dezgeh, xan û man
Rejîma tirk û ya faris
Hem erebên nezan û birsî
Rûmeta min perçiqindin
Dîn li derdê min nepirsî
Bi navê te û bi navê dîn
Pênasa min ji min dizîn
Bi ol û qanûnên sexte
Ku ji mêj e hemû rizîn
Ey Xudayê jêr û jorî
Ger tu nêzîkî ne dûr î
Heywax li min heta kengî
Ev kotek û zulm û zorî
Nizanim çend sal û dem e
Li pey evê doza xwe me
Her li pey bûm, dê li pey bim
Bê rawestan heta heme
Hawar dikim ez eve me
Xudanê vê qada xwe me
Wek miletan ez milet im
Çima nebim? Madem heme
Ez ku heme gerek hebim
Keyayê welatê xwe bim
Ev hawara min rewa ye
Heta kengî aware bim?
Dixwazim wek wan azad bim
Bi dewleta xwe dilşad bim
Hem dost û hevalê wan bim
Ne kêmtirê kes ji wan bim
Bo çi dîlê vî derdî bim?
Tim bindestê vî û wî bim!
Dixwazim ez efendî bim
Ne koleyê kesek dî bim
Tu rast î û rastî xweş e
Ev derdê min dedek reş e
Her çi min got û ez bêjim
Durist û zelal û geş e
Li Mosko kevinperist im
Li Waşinton komonîst im
Li mizgeftê ez kafir im
Li Ankerê terorîst im
Welatê min kirin let let
Nehêlan xwe bikim dewlet
Mizgefta min ne ya min e
Eve karê xwehr û xelet
Mizgefta min erebî ye
Bi tirkî û ecemî ye
Tif li kurdê bêjit bila
Ew ne j` min e, ew bîjî ye
Şildim û bildim tirkî ye
Kîzb û nîfaq erebî ye
Xîrrrî mîrrrî farisî ye
Pa rûreşiya min çî ye?
Çi derdek hişk û bela ye
Navê Xudê bismila ye
Her tişt bi zimanê daykê
Xweşiya hizr û dila ye
Ku tênegehim ka vîtamîn?
Fayde çi ye amîn amîn
Rastî ev e li min negre
Ey Xudayê alemîn
Zimanên tirk û ereb e
Li welatê min xezeb e
Tu bi kurdî şîrîntîr î
Ev gotinek pirr edeb e
Ji kovanan pirr û mişt im
Dagirtî me ez biriştim
Mizgefta min di gel wan e
Ez bê pişt û bê her tişt im
Ew miletê dewlet nîne
Bivêt nevêt ew bê dîn e
Bê dewletî bê dînî ye
Dîn û dewlet j` min dizîne
Ew kurdê vê nevêjit
Xaîn e yan jî ker e
Rûmebirîndar e kurd
Welat kul û keser e
Dîn û qanûn du nivişt in
Ji ayatan pirr û mişt in
Ji bo weca faşîstan e
Ez û yên wek min pê kuştin
Xudayo min heq navê te ye
Lewra dibêjin heq heq e
Lewra jî ev hawara min
Teq û req û deq deq e
Tif li qencê wan
Len estesnî minhum eheden
Har û hov in, ne mirov in
La yexcelone ebeden
Sûnd bi te û bi Încîlê
Bi Tewrat û tehwîlê
Xew naçê çavê kes ji wan
Bê kuştin û qal û qîlê
Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî
We re`su l însanî ke re`sin min elbeselî
Tarîxa wan ne tarîx e
Ma çi bêjim? Hema rîx e
Hemû gef û tirre tirr e
Hizirkuj e, wek zernîx e
Ya delîle dûdî fî leylî duca
Ji te ez qet xafil nebûm çu ca`
Sipasdarê te me Xuda
Înnenî mine şşakirinîn
Lakinnenî len ekûne ebeden
Mine ssabirîn
Gotinek pirr şîrîn e
Men sebere zefere
We lakin ela zzulmî
Men sebere kefere
Ew çi sebr e ya îlahî
Ela ceraîmil cubenaî?
Ew ela nezaletî zumretin
Min wihûşil enfalî?
Napalim û jehr û gaza xerdel û çepelî
Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî
Pîr û biçûk pê dikuştin
Ya leha min cemalîl menzerî
Bil ji te kesek nizanê
Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî
Ehaza cezau tedhiyatî
Li turkî wel fursî wel erebî?
Em li îmanihim bil Îslamî de`men
Li ayatîl qetlî we nehebî?
Em ya tura temeen fî malî we helalî?
Be`de tesdîqî ededin min eşrefîl melalî
Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî
Min eshabîl fexametî wel mealî
Xudayo bila hilweşin dîn û dunya
Ela hazîhîl fexfexe wettealî
We ela riûsîna cemîen ji her alî
Da mirovatî rizgarbit ji vî halî
Eve ye edalet û musawat û wekhevî
We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî
Şêx jî çû ser menberê
Ihim ihim wek berê
Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz
Yuqeddim el hedeya we exreb erreşawî
El cenne wel hûriyyat
Yanî behişt û perî
Lîmen yaqtul sahîb heq
Ez çi bêjme vî kerî?
La edrî emiftîyyen haza em himaren
Yuitî hazîhî el fetawî?
Ey Xudayê ji her kes re delîl
Dexîlê te me ya nîimel wekîl
Zidnî îlmen ez nizanim
Ev xelatin yan bertîl?
Ew tiştê ku ez dizanim
Cudabûna xwe dixwazim
Serxwebûna Kurdistanê
La bedîl we la tebdîl
Ez bi darê zorê tirk im
Faris im hem ereb im
Eger bêjim na xaîn im
Kafir im hem bê edeb im
Karek dî hebû gunehtir
êzîdiyên ji min kurdtir
Ez ji wan re kiribûm dijmin
Kanê fetwa j` vê çepeltir?
Hem tîyarî û ermenî
Xudayê min hey ez benî
Ev derd bi ser wan da jî hat
Bi emrê ûlî emrên devgenî
Ji bê çareyî şoreşgerr im
Li yekbûna xwe digerrim
Rizgarî biryara min e
Çok çok teşekur ederim
Rizgar nebim her wek nebim
Ku bindest bim, ka azadî?
Ez bi te û bi ŞêxAdî
Sûndê dixum çareka dî
Rasîzmên wan gişt faşîst in
Çepizmen wan toranîst in
Qazî û miftiyên wan jî
Hemû wek wan çepalîst in
Ey Xudayê li her derî
Hezkirina te l` ser vî serî
Lê pa min jî pirsek heye
Ez? Yan Sadam e serserî?
Sadam nevyê peyxember e
Tacul Îslam li ser ser e
Li mizgefta min di gotin
Sadam îmamê Omer e
"ûlî emr e wek Elî ye
Qureyşî ye xweş welî ye
Hawar ez kurd im bi min çi?
Ger welî ye yan xwelî ye?!
Gelek ji van şêx û melan
Hostayên xap û teşqelan
Qereqoşin dînfiroşin
Wan ez xistim derd û belan
Kirim derwêş û mam û mam
Dîlê Hîcaz û Misr û Şam
Xudayo wan ez xesandim
Ji her kes re kirim xulam
Ji eraeban erebtir in
Ji erpekan tirktir in Misilmantî riswa kirin
Ji Xumênî bê dîntir in
Digotin min ey misilman
Kes neçûye banê heyvê
Îyyake summe îyyake
Qet bawer neke vê peyvê
La tuseddiq hazel kelam
Min ehlil kufrî wezzelam
Derewa axir zeman e
Ya ehlel Îslam
Ellahu ekber ya qemer
Çav li kafiran bîne der
Van derewên mezin dikin
Kufrun kebîr hazel xeber
Yekê negot maşallah
Her di gotin haşa lîlah
Kella summa kella ya nas
Bêjin estexfurullah
Hosan nezan û ehmeq in
Yan jî bê şerm û serreq in
Xwe xapîn û çavnebar in
Xudayo bila bipeqin
Mirov li heyvê rît û mîst
Bawer nakin îmanleq in
Heqê wan ger nezan in
Bê kar in tizbîçeqçeq in
Bi duristî û bi kurtî
Rad`gehînim bi xurtî
Umer û Cengiz û Lenîn
Wek hev in bo gelê kurdî
Her sê yek in yek ferq nînin
Beramber min dilbikîn in
Xalid, Ataturk, Stalîn
Dagîrker in devbixwîn in
Lenînîzmê wek Îsalamê
Difna min girt û berneda
Dunya hejand, pirr xûn rijand
Heştî salan tiştek neda
Eger Lenîn eger Zeydu Ji bona min yekin her du
Ev rastî ye û rastî ev e
Xudayê min ez bi navê te eşhedu
Her sê alî çi ev çi ew
Her çi digotin tev derew
Hema her ez dibişavtim
Bi gotinên pûç û qelew
Çi bêjme wan komunistan
Wan jî weku toranîstan
Bê nav û winda dikirim
Bi derdê min dileyistan
Dewleta min wan da Îran
Wan Qazî kuşt, netroman
Stalîn ev kir, Stalîn
Babê komunistên kurdan
Sipas edî dilpola me
Ne dîlê ol û mola me
Çak hev dinasin ez û tu
Ne b` destê şêx û mela me
Hişyar bûme, zêde, ne kêm
Çûme û diçim, dê hêm û hêm
Germ û xurt e şoreşa min
Şêdar im ez dê şêm û şêm
Xudan heq im ez nawestim
Bê rûmet bim ger rawestim
Fîraziya min va ye hat
Bila jî dereng verestim
Soz bit êdî ez û Evdo
Ne bin malek di gel hevdu
Ji min bo te Xudaye min
Hezar sipas û elhemdu