A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Salwa Gulî - Başkuvka Çilmisî
89 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Salwa Gulî - Başkuvka Çilmisî

Spêdeyek bi reftariya xwe ve..
Dibe mêvan li ber qentera jiyana min.
Pirpirîka li ser belgên xewna min
difirîne, difirîne..
sefer ji bo çerxê nezana..
barê axîna li ser
mijûlankan da
hat, h
a
t.
çav man di bin giraniyê da.
Barê xewnan da milê xwe..
îro zibara kovanan e.
Xewnêt min loyan jî vedinijinînin.
Ahîna dilê min rondikan vedimêje
Li gel xerîbiya min.
Mûmika arama min
dirazînim di hêlîna janan de,
dadikêşim
dîlanan bi pencên xwe gerdena min..
Mohur kiriye.
Tapo kiriye.
Bûye melkûra êş û jana.
Ji kwîratiya birînan..!
şahidiya xewnêt min..!
Melikê mirinê çavên xwe..
li min tarî dike.!
Vemayî me!!?
Li navbera..
Nal û bizmaran.
Ne piyêt min erdê digirê,
Ne destên min..
Digihin asîmanan..!
Rûniştî me..
Hîvîa dixwazim li bin siha sêdarê.
Hizrên xwe jê re
dikim diyarî.
Başkuvka jiyana min:
Mûmika li nav jana dil.
Omîda min..
Başkuva
geş e.

26.07.2002
*Salwa Gulî: Helbestvaneke kurd ji Duhokê ye û li Swêdê dijî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê