A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şakir Epozdemir - Kilama Şehîdê Tetwanê
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şakir Epozdemir - Kilama Şehîdê Tetwanê

Lo lo Brayo..! Lo çirayo..!
Çira mala babê min tefîya yo!...
Ezîzê dilê mino zivistana vê Serhedê lo pirr dijwar e...
Di vê şevê, şevtarî yê dewleta zalim Şewket ê bira ji ber malê revandî ye...
Ez nizanim gelo girtî ye..
An kuştî ye..An jî birîndare...
Vê şevê şîn û girîn ketîye mala babê min brayoo...
Bi têl û telefonan li Enqera şewitî, li nasan û dostan ez digerim..
Bi hêvî yû bi gilî yû bi hawar e...
Şev dirêjin sibe nayê wey birayo...
Me ne sebr e, ne tebat e lo ne seqar e...
De gelî Tetwanîyan... Norşênî û Hîzanîyan...
Şewketê bira parêze bû... Mêrê tengîyan bû...
Gava li we dibû teng û tarî bo we ew bû delîl û derman û çar e...
Xwedêyo, Rebîyo.. Çi zor û zehmete kû miletêk bindest bi...
Weka kerîyên pezên bê şivan û parêzvan bin ...
Bikevin binê hikmê gurên dîn û hare....
De rabe,ezîzê mala bêbê mino rabe!
Heval û Hogir û Malbata te xemgînin lo bê te nabe!
* * * * * *
Lo lo birayo... Ezîzê dilan sibeye lo vê sibekê w`ezê nizanim lo kuda herim...
De w`ezê ji Enqerê heya bajarê Bedlîsê li mebûsan, li wezîran, li walîyan lo her digerim...
Birayê min winda ye ez xemgînim, bi kul û bi hesret û bi keder im...
Destê min destê binê kevir e, bê Çar û bê neferim...
Babê qelsim lo brayo...
Bê tac û text û bê dewlet û bê artêş û lo bê leşkerim...
De rabe,ezîzê mala babê mino rabe!..Heval û hogir û malbata te xemgî nin lo bê te nabe!
* * * * * *
Lo lo brayo.. Sibe ye li me hatî dana nîvro lo ber êvar e...
Cendekê babê Şîlan avêtin e deşta Rehwa, li Textelû lo li ser befra sar eee...
Ji vêderê hildane avêtine nexweşxana bajarê Bedlîsê...
Dibêjin xwedan giran be, ev cenaze ne nas e û ji xwînxaran lo ne dîyar ee...
Dê ka bêje birayoo...bêje..bêje..bêje…bêje!
Gava ez hatim ser laşê birayê xwe û min egala Filistînî ji ser ruyên te hilanî...
De ka bêje ev derdê giran çi dijware lo çi xeddar e...
De heyfa min li tû heyfê nayê, heyfa min tê li wê heyfê,
Kû dijmin bi hezaran ronekbîrên kurdan kuştin, lê ne xwedî û ne gazî û ne ne hîvî û ne hewar eee...
De rabe,ezîzê mala babê mino de rabe!
Heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe!
* * * * * *
Lo lo brayo.. Cenazeyê birayê minê ezîz vê şevê şuştin danîn e Mizgevta Mezin lo ya Tetwanê...
Li alîyêk şîn û girîn ketîye nava qîz û bûkan, li alêk din dengê qiraeta lo vê qranêê...
Ev dewleta zalim li serserê me kom bûn e.. Dibên ferman hatîye ji Enqerê...
Wê hun cenazeyê Şewket veşêrin vê şevê.. Lo lo brayo...
Vê tarîye û taristan û befr û baran û lo vê mijê vê moranê...
De rabe, rabe, ezîzê mala babê mino rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...bê we xwendevanan nabe!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê