A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sadiq Ferhadî - 20 Çarîn (Şemalek Tê)
228 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sadiq Ferhadî - 20 Çarîn (Şemalek Tê)

Çarîna 1ê
Şivan im ez li hêrî hemberê te
Diçêrînim xiyalan li çerê te
Gerê rawim xewê gerya li çavan
Mexel kim satê li ber sî serê te

Çarîna 2ê
Zivistan bû, royek hatî ser avê
Du çavên te temûzîtir ji tavê
Mi şê`rek sa te li berfê nivîsî
Te ku lê ifkirî hate ber avê

Çarîna 3ê
Xeyalên xam dilê min patin îşev
Hilanîm birme dinyayek din îşev
Mi got gaşe li xewnê te biwînim
Heray ku xew jî nê cavê min îşev

Çarîna 4ê
Hewa rind e, tu rind î, halê min rind
Şev û ro rind û hîv û salê min rind
Tema min tunne bû va rozigara
Bihemlîne min û eqbalê min rind

Çarîna 5ê
Bixapînim dilê xwa bi çi manê?
Çima nê ew, çima nê ew, çima nê?
Nizane ew meger dil tengi teng e?
Çimanê min dixapîne, çimanê?

Çarîna 6ê
Biken min ra! biken lê sêva Oxazê!
Biken! Arê qezel li canê kaxazê!
Biken! Kennê te şîrîn e, nizanî tu
Çiqes rind î û ez mest im çi endazê

Çarîna 7ê
Ji xwa ta xwa timêşe ez li rê me
Ji xwa hay terrime dîsanê tême
Xwedê ya xelkê sergizdan kirim ya
Mi xwa venda kir û umrek wi pê me?

Çarîna 8ê
Dutar û bexşî mest û çeppe taw mest
Ser û çavên te mest û mest dil û dest
Demek mest bûm nizanim çerre bû ku
Ji çavên te ketim piştê min işkest

Çarîna 9ê
Tu jî mîna mi gaşe çavlirê wî
Serê rê nagirim, tişt nake, rêwî
Here! Wi dû te ra ez nagirîme
Dirêjînim pîyalêk av ku bêwî

Çarîna 10ê
Şevê li xewnê û ro li xiyalê
Xweş im ez wi xiyala te hevalê
Xiyala te wi min ra ye timêşe
Hema îşev dixwazim bejn û balê

Çarîna 11ê
Şemalek tê û min ber ve te tîne
Tê ku destê dilan wi hevdu gîne
Ezê ber ve te têm pêxasi pêxas
Biwîn solê mi da rîgek tunîne

Çarîna 12ê
Li sîmên berqê rûnişt zirbe sarek
Ji saran çar qedem wêda çinarek
Ji vî rûsariya wi dest xwe da ma
Xwe da şewtî û dil bijyaye arek

Çarîna 13ê
Çima hatî? Çima dîsa te ha kir?
Çima va kone xermana li ba kir?
Çima ez dîn kirim berdame çollê?
Çi karû va te wi xermanê xwa kir?

Çarîna 14ê
Şevêçû li şevek ella mezarî
Xwedê jî gurmijî, hînganê barî
Me deng û hêstirê xwe tev li hev kir
Û bangî kir birîna kûr û karî

Çarîna 15ê
Selamê min li Şêrkoyê kelatî
Xerîbê li wêlêt bê hemwelatî
Selamê min selamek bê tema ye
Dêhatî me dêhatî me dêhatî

Çarîna 16ê
Li çollê bê xwedê ez jî xerîb im
Li kûçên (Bêkes)î gaşe te dî bim
Qezel ji her du çavên min dibarî
Te got qulmek birêj şayed ku tî bim

Çarîna 17ê
Werin ku taliyan talan kirim ez
Werîn talê ku pê xwa dagirim ez
Şev îşev dîsa li çavê mi nare
Hezar car zinde bûm disa mirim ez

Çarîna 18ê
Xwedê zane ji xwa jî westiya me
Ji manê westiya, ji çûnê mame
Sibê ta şev xiyalên xam dipêjim
Şevê jî ta sibê heyran û pa me

Çarîna 19ê
Tu hîva asimîn, ez li zemînê
Ji herdê destê min nagê evînê
Tu jî wi ser mi da xar nawî emma
Dilê min îşix e li hîverwînê

Çarîna 20ê
Xiyalê te li dar e natê tewnê
Tu şîrîn î li çavan natê xewnê
Dixwazî yê dilan dil da bimîne
Guçê dil da veşêr mîna li kewnê

*ji kurdên Xorasanê