A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sadiq Ferhadî - 20 Çarîn (Nazenînê)
298 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sadiq Ferhadî - 20 Çarîn (Nazenînê)

Çarîna 21ê
Tu rakev rinda min, ez pa dimînim
Perestar im, birînan va dimînim
Tu rakev bexta min, malava, xew xweş
Mepirs sa çi li vî dinya dimînim

Çarîna 22ê
Tu rakev rinda min, xew rind e sa te
Siweynda ku dixwazim bêwme ba te
Dixwazim sorgula xwa şa biwînim
Tu rakev rinda min, xew rind e sa te

Çarîna 23ê
Şemalê serkêşi sari berêvar
Xewer anî ji bêdadê şevê sar
Xerîb dengek dibîzim ji derek dûr
Ne xanî ma ne ocax û ne jî ar

Çarîna 24ê
Hewayî me hema işkesti bal im
Ezê ji derdeke zalim dinalim
Xerîb dengek dibîzim ku dixwîne
Eman ji derdê zalim, derdê zalim

Çarîna 25ê
Şevêçû ta siwê barîm wi dû te
Şev îşev sar û çîksa, zexnewût e
Li ber çavên şevê sê kes dilerzin
Dil û pişt û qerey min va ku rût e

Çarîna 26ê
Qe va ku şair im yani tenê me
Were vaje werîn, ez çav li rê me
Were wi navê işq, wi navê avê
E jî ta her derê ber ve te tême

Çarîna 27ê
Eger şîrîn î ez tal im, bibaxşîn
Eger ber ve te nakalim, bibaxşîn
Eger goştê te rijiya û ti xallî
Ji min narêje, dîfal im, bibaxşîn

Çarîna 28ê
Li çavan haweke hişk bûne hêstir
Dubêytî jî ji dil ra nabe pirtir
Li dil rûnanine hengên dutarê
Wi dû vî şairê dîn kê nifir kir

Çarîna 29ê
Tu helbesta ji tay dil da dibêjim
Evîna ku ji çavan da dirrêjim
Tu hatî patinê li nav du aran
Xwedê carê, e(z) jî carê dipêjim

Çarîna 30ê
Hewa barî, dilê herdê nerim kir
Ro yê jî herd li asmîn piştgerim kir
Zemînê şallê hêşin da serê xwa
Guman kim tazi ji asmîn şerim kir

Çarîna 31ê
Qezel yani eger carê biwînim
Derek dûr narime ku vaje bînim
Tu helbestan li çavên min dixwînî
Û giştan ezber î pêş ez bixwînim

Çarîna 32ê
Ezê çav mêşin im, kewna te jî şîn
Tu heyrana min î, ez sa te ra dîn
Li canê hîlîyan derd û belên te
Biwîn çiqes li hev datênê em hîn

Çarîna 33ê
Xema şîrîn delalê tal kirim ez
Ji her talê biwêjin taltir im ez
Niha jî westiyame xelko bêlin
Serê xwa dayînim ta bimirim ez

Çarîna 34ê
Evîn rengîn xelata asimîn e
Sewa me xwîn e, xwîna kesk û şîn e
Tu ku aşiq nebûyî ku bizanî
Zivistan ew bihara bê evîn e

Çarîna 35ê
Şevaro bi xiyalan da musafir
Nemaz işkesti me, ikesti xatir
Şevek hatî û îşix bû şeva min
Du çavên te nemaza min qeza kir

Çarîna 36ê
Tu derya yî, tu derya yî, tu derya
Tu tama hêstirên gewrî mi da ma
Bigerrim ser te şîrînê, ku min tî
Dibê ser avê û tî tînî dîsa

Çarîna 37ê
Diçû û çav bidû çavên kelê kê
Mida ma û welat û welwelê kê
Bi dû ra hesretên ku çûne asmîn
Xwdêyo! dagirî neynin belê kê

Çarîna 38ê
Hinek ferhad in emma bêmecal in
Hinek şîrîn in emma tali tal in
Zimanê têvşu jî nare serê wan
Nizanim ku dil in ya textesal in

Çarîna 39ê
Şemalek tîne bîna nazenînê
Ezê hîn fam dikim bîna evînê
Eger Ce`ferqulî bîne dutarê
Tînim Milwariyê ji bin zemînê

Çarîna 40ê
Ezê cînarê durnên asimîn im
Zemîn teng e, ne heja ye bimînim
Xwedê yo! min bixwaz tarînemazek
Bêwim ji çavê te dinyê bibînim

*ji kurdên Xorasanê