A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sabah Kara - Cîgerxwîn
134 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sabah Kara - Cîgerxwîn

Ey dara hejîra ku rayê xwe berdaye
Dilê latekî ji latên welatê min
Li ser çiyakî berz û bilind bi şan û şeref
Li deştê dinhêre li deşta bêbinî
Ey Cîgerxwîn ey dîkê şefeqê
Ku di dilê wî de noqiyane pençikê wî
Bi feryadên xwe cîgeran pare dike
û sibehên ronî bangdide li welatê min

Bibînin ev axa bi navê "beyar" demxekirî
Di bin barana histêrên mezlûman de
Xortê xwe yên ku tovetov noqiyane di axê de
Mîna simbilên ku hezaran didin
Mîna gulên heftber ku hefteheft didin
Vaye ji nû ve dizê
Ey Cîgerxwîn
Ey dîkê şefeqê ku bi dengê xwe yê berz
Parçe parçe kiriye şeva tarî ya welatê min
û pençikên wî bi xwîna cîger hinekirî
Dema ku te bang da bi dengê xwe yê xwînî
Hişyar bûn darûberê welatê min
Kevir û ax û kulîlk
Mirov û teyr û xezal
Hişyar bûn bibîn
Ey Cîgerxwîn
Ey dîkê şefeqê ku bi dengê xwe yê berz
Parçe parçe kiriye şeva tarî ya welatê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?