A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sabah Kara - Çarîn
209 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sabah Kara - Çarîn

Mêro umrê te çûye bi teqteq û reqreqê
Tif rehmet nehesibîne, nebe weku beqê
Xelk û alem ji heyvê li halê te dinêrin
Li ber cehaleta te, meriv dike biteqê

Mêro bi vê îslama ku tu de`wa wê dikî
Tu Xwedê aciz dikî, mirovan ji rê dikî
Wellahî dînê min û dînê te, ne ji hev in
Ez li avê digerim, lê tu agir rêdikî

Dengê daholê bi te, ji dûr ve xweş tê mêro
Tu ku kerê cahil î, zirîn b`te xweş tê mêro
Cehennem ya herkesî, cennet ya te xuya ye
Cenneta ku tu têde, li min ne xweş tê mêro

Dibêjim "gul", dibêjî "lo nebêje istirî"
Dibêjim "heq", dibêjî "min çû ji hakim kirî"
Dibêjin "hemû mirov ji yek eslî hatine"
Lê wellah esl yek be jî, ez gul im, tu istirî