A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Toqa Naletê
187 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Toqa Naletê

destên min ji gunehên min
û ji kêliyên heyfa me lê nedihat nabin
hestên ezezok ên li ser çonga sar dike îskeîsk
dev ji rûhejariya min a ro li serî neketiye bernadin
toqa naletê li stûyê şevê geriyaye
û hêsirên dil zîz dike
wekî zarokekî hîn ji şîr venebûbe
di tatêla bertîlkên hezkirinek nîvco de ye.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 20
*Bi destûra helbestvanê ye.