A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Tilîya Qereqûçkê
43 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Tilîya Qereqûçkê

min ji xwe re sebrek neqişand
ji xofa kêliyên bêmexsed dûr.
ber bi pêlên sewta te ve beziyam
bêyî ku haya min ji guliyên te
yên şikestî hebe.
tirsiyam, giriyam, qêriyam
lê li bêdengiya xwe mikur nehatim.
wekî şewateke bêar
di dawa xwe de hilgirim
gav bi gav ji paxila gunehên lewitî,
reviyam!
min xwe avêt dexlê bayê
di nav porên te de dikir vîzevîz.
û li ser tayên porê te
min ji xwe re berojkek ava kir
bi germahiya taveke xapînok
min birînên xwe aş kir
lê bîranînên şopa deqên êşa te
li ser tilîya min a qereqûçkê
mîna hêsirên li ber sanciya zayinê
dîsa kom dibûn.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 15
*Bi destûra helbestvanê ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?