A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Sîtava Morîka Şîn
217 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Sîtava Morîka Şîn

wekî sewtek bi şewat
a tenê nifir di destan de mabe,
şîna miriyekî neşûştî dikişînim
loma bila keziyên min
ên bi barana payizê hatine şûştin,
bê kefen veşêrin,
di nava sîtava morîka şîn
a di stûyê xezebê de
bila niqirîskên rihistîn, qasî kîna dilê min
helal û zelal be
lê bila gunehên min, neyên wezinandin
di mêzîna heq û neheqiyê
ya di bin tava berêvarê de,
zingarî dibe.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 22
*Bi destûra helbestvanê ye.