A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Rîtma Kevirê Sebrê
283 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Rîtma Kevirê Sebrê

di kerika guhên min de rîtma kevirê sebrê,
li tenişta bayê payizê
bêhna çilo û maziyên bi gaziya mijangên min
ên qusandî tên
ji tamek mêxweş e
şevbihêrkên di bin ronahiya heyvê de
jixwe quretî tenê li bejna çarînan tê
çarînên ji bo rûkeniya berbûyên rojê hatine nivîsandin.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 23
*Bi destûra helbestvanê ye.