A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Pûtên Ji Pişta Xwe Hatine Kêrkirin
98 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Pûtên Ji Pişta Xwe Hatine Kêrkirin

ji paşiya derabeyên şibakek
bi toz û tebar dinêrim,
li pûtên ji pişta xwe hatine kêrkirin
peşkên baranê li morîka nezerê
ya min ji mirinê nafilitîne dixe
berikên di dawa zarokan de
û lîstika heftokan tê bîra min
xwe ji çavên li pariyê destên min
nikaribim bisitirînim jî.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 10
*Bi destûra helbestvanê ye.