A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roza Metîna - Heybeta Guregurek Bêtebat
59 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roza Metîna - Heybeta Guregurek Bêtebat

dema ku ji kozika gulvedana awirên qemer
dûr diketim,
nifirên li ser pişta ewrên biharê
zîz dibûn,
çonga xwe di parsûyên hêviya min de
dişikandin.
wê demê, li helkehelka qermîçekên tayek reben,
rast dihatim.
û li çavên tevizî ku ji min re kemîn danîbûn,
hildikumîm.
şewta bi birûyên te yên ji bêhna kizûriyê,
dialiqîn,
bi laşê tazî yê jehra mara xwe lê gerandibû,
radipelikî.
di bin kevir û kuçikên bi ser min de dibariyan
û bi mizawiriya gavên pêxwas, dilê şerpeze
dîsa jî li rêyeke, bayê rûreşiyê li dû xwe dihişt,
digeriyam.
diwestiyam, devê min diket hev
lê min rûyê xwe dabû ezmanên
ji gilî û gazincên kerkotî dûr.
li mistek bişirîna, nû ji dayik dibû,
li çipikên barana li ser şewqa bîbikên te dibariya
û li rengê pinpinîkên ku
bi destên zarokan ên hinekirî dihatin jimartin
digeriyam.
min dixwest di nav poşmaniya hêsirên te yên guvaştî de
çend kêlan li birînên daxdayî bixim.
lê gavên dikuliyan, li ser kurçika hustiyê min,
xwe ji heybeta guregurek bêtebat ditewand.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 11
*Bi destûra helbestvanê ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?