A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Royarê Amedî - Xwîna Kewan û Siwarên Rewrewkê
98 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Royarê Amedî - Xwîna Kewan û Siwarên Rewrewkê

Ji kîjan dengî, Tu berzbûyî
Ji kîjan şînê, Tu derbûyî
- Ji lihevketina û mîdên kurdûnde?
- Ji deş ta rewrekîya dîrokê?
Deng lihev siwar dibin,
û mîdan sazdikin
Deng lihev siwar dibin
şîna "kewan" saz dikin
Deng lihev siwar dibin
berdan/ neberdana dengê min
sazdikin
Hêvîya tovên evînê
di kûrbûna dilan de
peyva qedexekirî
di çûyînên qonaxan de
Hewara qurmiçî
di dirêjahiya
Ji kîjan dengî, tê berz bibî?
- Ji li hevkitina ûmîdên kurdûnde?
- Ji deşta rewrewkîya dîrokê?
- Ji borîzanên min....?
- Otonomî.....
- Bijî Otonomî
-Kuştin...
- Bijî Kuştin
- Linghildan....
- Bijî Linghildan
- Pirstiroyka....
- Bijî Pirstiroyka
- Mafê çarenûs...
- Bijî
- Balyozxane...
- Bijî
- Ev rêjîm bijî, ew rêjîm bimre
-... Bijî.... bimre
- Ew rêjîm bijî, ev rêjîm bimre
- ... Bijî.... bimre
Li ku ma dengê te?
Li ku şîna te danîn?
Li ku man parêzgarên damarên te?
Bi ku de çûn temaşakarên te/ çapkdarên te
Dengê her dengî
Dengê ne tu dengî
Ronaka her ronahiyê
Mirina jiyanê
Jiyana mirinê
Karwan derbasbûn, govend xelas bû
Meyger westiya, piştî ahengeke mezin
Tu tenê, bi tenahiyê re ma
Gotina pêşîn: navê te
Mirina yekemîn: ji bo te
Gava te bang kir
Tu bêdeng mayî Gava tu bêdeng mayî
Rojnaman tu himbêzkirin
Gava rojnaman te himbêz kirin
Tu bûyî gula balyozxanan
Gava tu bûyî gula balyozxanan
Tu, xwîn û kew, giriyan
Gava tu, xwîn û kew giriyan
Karwanên şînan, derbas bûn
Bi hêrs te bang kir
Lê tu bêdeng mabûyî
Hê..hê karwanên şînê
Bêhnvedana min himbêz bikin
Hê..hê gulîstanên bi şînê avdayî
Bi dengê bilbilan
Bi bêhna sorgulan
Birîna min, belav bikin
Bilind bikin
Hê hê gulîstanên şînê
Di welatê kew û (na)yên
Bêdeng de
Xwe raxin, bibin pir
Bibin çem û cobar
Bibin rê, bibin derya
Ta ko karwan, derbas bibin
Karwanên ronahiyên
Meydana çarçira
Karwanên borîna Dêrsimê
Senendejê, Zêweyê, Cirnikê
Amûdê, Helepçeyê
Karwanên xewnên Silêman
Karwanên Xwîna kewan
Qirêjiya demê ye
Di hinava demê de
Kirêtiya mirovaniyê ye
Di mirovaniyê de
Ketina mirov û rûmeta ye
Tazîkirina hemû pîrozî û serfiraziya ye
kuştina asoyên andeko ye
Hûnana helbestê ye
Stêrek sêwî bû,
di ezmanê meyî tarî de
Govenda rondikên rewanpakan bû
di dîroka şîna Kewan de
Hewarek berdewamkirî bû
di dirêjahiya birînê de
Deng bû.....!
Reng bû.....!
Hêvyek bû.....!
Pirsiyariyek bû...!
Geşkirina destana xweîna do bû
Lê.....
Dastan ger dastan ma
Hêvî her hêvî ma
Dîsan, bendewariyê,
Cografya şînê, xemiland
Siwarên pirsên mirî
xurckên xwe, dagirtin
lêkolîngêrên demên rizyayî
borîzanên xwe, paqijkirin
Lê....
Tu ma, li cihê xwe, Tu ma
Tenhayî -dîsan- bi çavnêrîyê rê
hate meyandin
Siwarên hespên sipî,
Hespên xwe, dan bi bûkan
bûkên xwe, dan bi tûtûkan
û tu ma, li cihê xwe/
bi şîna xwe ve/
tu ma
û şîna te, bi te ve, ma
Qîrîna te berztir bû
Hewara te bilindtir bû
Siwarno werin...
Siwarno werin...
Tenê werin
Ne xeme, ku hespên we
ne sipî bin, yan tunebin
Ne xeme, ku tûtûkên we
şikestîbin,
Siwarno werin
Tenê werin... werin... werin
Siwar belav bûn
piştî ahenga guherînê
Aheng xelasbû
perde -piştî henek çepik-
hat berdan
Hê... hê bajarên ku hûn
min himbêz dikin
Bi ûmîd û arama giştinê
Ez, di hinava wede,
Tême dalqandin
Hê... hê hewara, ku bilind nabe
wek kewên welatê min
Ezê çawa te berdem?
û mirov bimînim
û mirov bême dîtin
Ezê çawa te belav bikim?
wek belavbûna kewên welatê min
Hê... hê welatê gewde
dinexşan de
Hê... hê welatê bê nexşe
di gewda de
Ezê çawa bûka, ku nema,
maye bûk
û tûtûka şikestî,
bi hespê spî re biguherînim
Hê... hê kewên welatê min,
yên ku hûn tenê,
li gewdê cîhanê,
sînûrên welatê minin
Ezê çawa vê şînê, himbêz bikim?
Ezê çawa birînekê, bi vê kûrbûnê ramûsînim?
Ezê çawa cografyaya belavbûna we
bi teşiyên xewnên xwe, bihûnînim?
Ku maye?
Ku maye, di qonaxên xewnan de,
şîn, tê de, şînehatiye?
çi maye?
çi maye, di rista hêviyan de
ne bûye, bendewarî?
Kijan deng?
Kîjan deng, di berdana dengan de vala nebûye?
Kîjan şîn?
Kîjan ş în, di şînan de, di hemû...
şînan de,
mezin ne bûye?
Lê gelo...
Ji kîjan dengî tê beriz bibe?
Ji kîjan şînê tê der bibe?
- Ji lihevketina ûmîkên kurdbûn de?
- Ji deşta rewrewkî ya dîrokê?
- Ji borîzanên min?
- Ji....?
- Ji....?
- Ji....? Alek ji berdewamiya şînê re
Alek ji kêferata jiyanê re
Alek ji belavbûna kewan re
Helbestên din ên Helbestvanî/ê