A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Roşan Lezgîn - Baba
339 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Roşan Lezgîn - Baba

- Aaa... Aaa... A. Piş... Pişş... Pişşş...
- Dada!
- Ha dada qurban.
- Bavê mi kengî tê?
- Bavê qîza min çûye xebatê. Derekî dûûûr!..
- Bavê mi çûye hebatê, ji me le pela tîne?
- E dada min. Bavê qîza min çûye xebatê ji me re peran tîne.
- Pill tîne?
- Pirr tîne.
- Bavê mi pil pela tîne, em êdî ji şel şelgoyan nan belhev nakin?
- Erê berxika m`. Em êdî ji ser sergoyan nan berhev nakin. Emê nanê firnê bixwin...
- Bavê mi gelekî pela bîne, ej dibêjim ji mi le bûkek naylonî bikile. Bila polê wê jî hebe, e dada?
- Erê piçûka dada xwe. Bila porê wê jî hebe û çavên wê jî şîn bin.
- Cotek şolên şol jî wê ji mi le bikile, lêêê...
- Baba, ji keçka min re cotek jî solên sor dikirre.
- Bila baba wele...

- Aaa... Aaa... A. Piş... Pişş... Pişşş...
- O dada!
- Ha dada qurban.
- Bavê mi çima cilê hwe nebiline?
- Ew dera ku baba çûye de yek cilan li xwe nake, lewma!
- Dada!
- Ha dada bi qurban.
- Ti çima hel loj cilên baba bêhn dikî û diglî?
- Mi bêrîya baba kiriye!
- Mi jî pil bêliya baba hwe kiliye. Piiill... Eeewkaşş!
- Lorî... Lorî... Lorî...Lor...
Bavê keçka min çûye ciyek dûr!
Ji keça min re kirrîne cotek solên sor.
Anîne ber çemê Xêbûr.
Segên har avêtine pêşî,
Ferek birine, ferek hiştine!..

*Ev kurteçîrok pêşî bi zaravaya zazakî hatiye nivîsîn û di kovara Vate hejmara 17an de weşiyaye. Dû re, ji alî nivîskar ve li kurmancî hatiye wergerandin.