A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojhilat Azad - Ziman
161 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojhilat Azad - Ziman

Ji pêsîra dayikê şîr e ziman,
Destpêka rêwîtiyê de, xurcê rêwî tê dagirtin, di xurcê de nan e, pivaz e, penêr e ziman,
Dûkel dikişe ji tendûrê , pê werimîne çavên dayika min; wê rabe bipêje, hilhatiye, hevîr e ziman
Biqewime şerê welatekî ger, ji bo rizgariyê, ji bo serkeftinê, amadekarî ye, pîlansazî ye, tevdîr e ziman,
Gava ku sefer destpêdike gime gima pêyên hespan tê, li pêşiya artêşê, li ser hespê kumêt, di serî de mixfer li sermilê mertal û di dest de şûr; mîr e ziman,
Ucax bê mezin nabin, nesitirî ne cahilên vî zemanî, ji bo neqelibin tu qeza û belan, li pêşiya wan kalemêr e, evdal e, pîr e ziman.


Giyan niştiman e, serî payîtext e, al e ziman,
Li ber qendîlê diçiruse kilama li ser devê evdal e ziman,
Bê û li me biqelibe dîsa tofanek; carna ji çînê û carna ji maçînê; wekî Zagrosan bilind dibe li ber sînga me, zirx e, mertal e ziman,
Ecêb e... Bê dewlet, bê mîr û bê wezîr,
me hemu komkujiyan û tofanan diparêze ev pênc hezar sal e ziman...


Niyaz e, ayîk e, nifîn e, dîn e ziman
Roja axiretê ger derbas bibî ji pire ya siratê
Li deriyê bihuştê benda te ye, mizgîn e ziman,
Ji bo hinekan mal û milk e, ji bo hinekan evîn e ziman,
Hinek dibêjin leyla ye, hinek dibêjin juliet.
Ne şirîn e, ne aslî ye ; an xecê ye, an edulê ye, an zîn e ziman,
Bi xeml û rewş e, şirîn û xweş e, hingivîn e ziman...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê