A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojhilat Azad - Veşêrin
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojhilat Azad - Veşêrin

Çavên zahirî meşk in
Ji bo kilkirina hestên batinî.
Her dilopek hêsir, kilek rûnê nivîşk e, bi qîmet.
Hîn ked e, hîn giranbuha.
Kî yek rondikê zeyî bike korîcax e
Hêsrê xwe veşêrin heta ku roja pîrozbahiya azadiyê.
Veşêrin giriyê xwe,
Awazê xwe veşêrin.
Wek singekî sor kirî çik be jî di hinav de veşêrin...

Reniya agir royî dilê we dibe,dizanim.
Xwe pê bigrin!
Yê ku, mirin bi wateyê xemilandine dor me pêçane!
Kulîlkê reng bi reng wê vebibin, xwe diguvişin li bin axê de.
Hertişt li benda pîrozbahiya welatê rojê ye
Hertişt fîguranê lîstika azadiyê ye.
Sebir bikin
Kenê xwe jî veşêrin.

Ji roja azadiyê re veşêrin
Toqmaqê daholan...
Tilîliyan,
Xêliyan
Şal û şepikan...

Heta ku roja azadiyê,
Jînê veşêrin...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê