A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Xewna Diya Şehîdekî
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Xewna Diya Şehîdekî

Du par ji şevê çûbû, ew şev
Benderih di xewnên kûr de.
Masî nedilivîn di golê
Şirrîna çiravan westandî
Û gul û giya
Kerr û lal.

Diyekê hilpetikî ji xewnê
Deng lê çikandî,
Qîrîn di gewriyê de fetisandî ma.
Eşheda xwe anî bi çav û bicû.
Li ser "pêxemberê axirê dewrê"
Fatîhayek, sê "Qulhû Wellah"
Û şikevayek di riya Xwedê ...
Kire gazî:
Da rêwingiyê wê vê carê jî
Bi xweşî
bi ser de
bê.
Kizîn ji kezebê çû,
Lûvand di ber xwe de:
-"Rêwingiyê min li rê ye, vê şevê
Nizanim gelo
Dê bigihîje menzîl û meqsedê?"

Du par ji şevê çûbû, ew şev
Diyekê hilpetikî ji xewnê
Dayikek xewnek dîtibû
Çi xewn bû ew, belê?...

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê