A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Xaç
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Xaç

Li ser pişta îsa Mesîh
Xaç, îşkence û azar û nimaya mirinê
Ew çend giran e, ku bê alîkarî û bê zor û zerpê
Merivek bi tenê serî dernaxe
Di binê barê wî de
Bi hilgirtinê

Xiftan û kulahê seydayê keşe
Ji hevrîşimê xalis, bi gulên xaçîn
Xaçên lê, ji zîv û zêr kişandî.
Wisa ku dilê zêrîngera lê dibije

Anjel, cîrana min, maşella!
Dilopa hingiv û takrihana têr-av
Di gerdenê de xaçek zêrîn
Qaşeke yaqût di nav.

Heryek bi awakî xaçê xwe
Hildigire, digerîne.
Ji bo hina azar û îşkence
Ji bo hina xeml û rûmet.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê