A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Wijdanê Beg-Efendî
34 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Wijdanê Beg-Efendî

Xatiya Nûrê ji kerema xwe
Gava tu herî ber ava ro
Bo potûpertalan qesarkirinê
Wijdanê beg-efendî jî
Bi xwe re bibî.

Wijdanê beg-efendiyê ha
Kes nizane li ku gemarî biye?
Li doşedera dikana komircî Miho,
An di seleba daşirên Cami-ul-kebîr?
Teniya danekî ku b` heft qalibê
Sabûna Helebê nayê pak kirin
Dîsa jî li berê pakîpaqij e.

Xatiya Nûrê xatirê Xwedê
Gava tê pota bibî qesarê
Wijdanê beg-efendî jî bi xwe re
Tu bibî
Ma çi dibe?

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê