A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Şehîdê Azadiyê
217 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Şehîdê Azadiyê

Halan di xwe dida Efrûtê tirsê
Bi gefa mirinê êrîş dikir
Bi sawê, bi qurfê, bi bêhêviyê
Geremol û hêwirzeke wisa radikir
Ku cîhanê tanî ada-emanê.

Têkoşerê rizgariyê
Dest kir tînika tariyê
Gewriyê li Efrûtê tirsê şidand
Û gotê:
-"Pûç e, ey tirs
gef û daxwaza te pûç e!
Di rêzika têkoşînê de
Alaya erkê
Nakeve erdê
Welew serê têkoşer tê de biçe.

Ku em ne xwediyê welatê xwe bin
Ku em ne aza bin li ser axa xwe
Jiyana drêj
Bi min hîç e"

Alaya erkê
Neket erdê.
Lê,
Dîsa şemitî stêrkek ji esmanê me.
Têkoşerekî
Mîna şêrekî, gurmist
Qutifand li hevûdu mirinê
Mîna pêldayina serawayek
Ji milkê evînê
Ji hevalan veqetî
Çû civata nemirdan
Rûnişt di civînê.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê