A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Sê Tîrêj
190 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Sê Tîrêj

Tîrêj dadihatin ji esman
Li ser baskên periyên Dîcle w Firatê
Min sisiya jê fesiland.
Sê tîrêj, sê kevokên çîk spî
Sê şêrên berxwedan û hedarê
Sê şêr derî bi derî geriyan
Derî bi derî
Diçûn tewafa çavên zarûkan
Çavên wan ên geş ji liba tirî.

Zarûk ku
Deng,
Hêvî,
Pêşeroj
Û çirayên me yên veketî
Di taristanan

Sê şêr peya bûn vê sibê
Sê şêr derî bi derî geriyan
Sê şêr derî bi derî
Li Diyarbekirê.

Li Diyarbekirê taxa Şeqlawa
Li Diyarbekirê taxa Efrînê
Li Diyarbekirê taxa Pawehê
Li Diyarbekirê
Diyarbekirî.


Gul di hinarîkan de sorexazî
Roj di bîbikan de dilopa hingiv
Di neynika riyê wî yê hirî
Wijdanê netewayek:
Ji kefa avê paqijtir
Çîkspî diçilwilî.
Siwarê hespekî belekberfîn
Şêx Seîd bi zarûkan şa dibû
Ji devê milyonan radmîsa eniya wan
Xweziya xwe
Bi zarûtiya wan dianî
Û misêwa
Mîna qerenfîla di gulana
Sor dibû
Geş dibû
Dibişirî.

Ji eylo dûrbêna difesiland
Ji piling lexgîrtir
Ji kewê sivik
Seyd Rîza dersên bizavê dida
Bi destên xwe yên pîroz û nazik.

Çetik di mil de derî bi derî
şêrekî alfabe dida zarûkan
Diyariya Rojê; ronahî, raman
Pêşewa yê min Qazî Muhemed
Zanînê belav dikir.

Digot:
"Nabe, bi vî awayî nabe
Zarûkên me
Dê çawa bijîn bê alfabe?

Dê çawa bijî berxwedarî
Dê çawa bijî serfiraz-jiyan
Mirov ku bi zimanê xwe ne xwenda be."

Hêwirîn zarûk li Deriyê Çiyê
Herikîn zarûk ji çar kenarî
Li ciyê Şêx Seîd şehîd ketibû
Tîrêja Çarçirayê milmilandin
Strana çar stêrkan gêran b` xweziyê

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê