A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Rojbaş Roza
1170 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Rojbaş Roza

”rojbaş
beyanî be xêr
ez û tu
bi çivîk-firê
sê hezar kîlometre ji hevdû dûr
lê, bi giyanî
ji canê hev ji hev re nêziktir in.

dengê min nagihîje te, dizanim
di vê berdestî sibê
di xewka şîrîn
pêjnê
hilîne
ku bibêjime:
di xewnê de rojbaş
di xeyalê de beyanî be xêr.

bi nermî çavên xwe veke
tevzî li ser tavzîyê bi şîranî
belav ke li canê xwe
û bi giranî
bi bîr bîne ku
ev herikîna pêlên pêjnîn
di ser bej û derya de
bi milmilîn
ji hinavên min î sotî
bi axîn
derketiye.

ev ne no-nûçe ye, metirse
ev ragihîn
ev dazanîn e, ji dilê min ve
dilê min
kaniya agir
dilê min
kevanê evîn.

xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre
tê bibînî
bejekî
ku mîna nikulekî kêrr
serejêrî atlantîkê biye
serî,
ji derya qeşemê gewr
û dilê wê
ji bêriya rojê dixewire
a…
ha !
li wir e,
hêlîna tenyayiya dilê min.

gul li şaxê
kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
ku ji avê derkeve
masî dimire
rast e,
meriv meriv gotiye
masî jî masî…
em,
ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
- bi çavek xwas
gava lê bê nihêrtin-
lê em jî
ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin
ji wan gelek
ne têveltir in.

ez,
ne şaxa hewrê
ne şiva mêwê me
ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
ji nû ve reh berdim di axê de.

tu wisa
bi çavekî xwas
bi mantiqekî rût
li sinê min menihêre.
heriya min,
di teşta çandekî mêjûyî de
bi hezar salan
hatiye hevîrkirin
û ez hatime patin
di hêtûna
netewe-bûyîna
gelekî
kevintirîn
û ez
ji zerduşt pîrtir
ji sedsaleya xwe
hêşîntirîn.

biyanîtî dijwar e, roza
biyanîtî,
kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
û tenêyî
mîna dilopekî xwas
li okyanûsa mezin
bi serê xwe:
bê windabûn,
bê fetisîn
jiyîn…

ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
meqerime
meqerise
raneweste weşekî
bifûre
bikele
meawiqînê gera xwe
haya te
ji te
hebe.

bo welatê xwe, ji welat dûr im
bo welatê xwe cêlî û tenya
bo welatê xwe,
li van deveran tengezar im.

ey olana heyvê
ku niha
leylana wê li diclê
li firatê diîse
an mîna keçperiyek dileyize
li ser deryaça wanê
û ey kevirên reşî amedê
ku niha
li ber tava wê dibirise:
hûn nizanin ku dilê min
çawa bi we ve ye,
bi bêriya we çawa davêje
çawa dimerise
ji weşê carek.

rozayê!
xweşkokê
şîrînê
hişazayê
li pêş vêna min ronahî
di şêna min de, serketina li xwezayê
lê,
bûka yekşevîn
ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve
bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me
yek bi yek
û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje :
- ey dostê min î rabirdû
mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re?
kengê bi me re
derkevî serketinê?

roza!
dilmiza, evîna min
xweşî şahî bo te
rojbaş
beyanî be xêr.”
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê