A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Rêberê Ferehiyê
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Rêberê Ferehiyê

Hêvî di hesarê de tengezar
Bêmecal mabû li ber pençê sitemê
Û diva her
xweziya ejdeha tarûmar biba.

Mêr hebûn mêrxas hebûn helbet

Mêr hebûn bi hêviyê mijandî
Mêr hebûn li hêviyê bi hesret.

Mêrek mêrxasek ji wan
Xwe rapêçand bi çekên rêberiyê
Tariyê qelaşt bi bizava xwe
Da ji bona karwanê hêviyê
Bighê menzîlê
Bihna xwe vede
Derkeve ferehiyê.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê