A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Ne Wextê Mirinê Ye
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Ne Wextê Mirinê Ye

-Ji Yilmaz Guney re-

Niha ne wextê mirinê ye.
Çavê milyonan li te!
Niha ne wextê şînkirinê ye,
Dengê milyonan bibe xwe
Rabe,
Bi kerem
Çavê xwe veke.

Niha ne wextê mirinê ye
Destê me li kar sar meke!
Bar meke ewrên di çavên me li taviyê
Keserê li dilê me siwar meke!

Niha ne wextê mirinê ye.
Niha wextê kar
Wextê dîkik
Li ser qapsûnê barkirinê ye.
Û niha çaxê
Bi kefteleftê, xewnan
Li dijminan jar,
Mora li ser bextê me y` bi reş
Tarûmar kirinê ye.

Nexweş derman,
Dergistî dîlan,
Zarûk li ber dîwaran
Nan dipên,
Payina wan divê bighê menzîlê
Gihîştina menzîlê tu zanî
Karê pê bi pê
Û yê
Hin
bi hinê
ye.

Divê em bibişkêfin hişkegirêka
Li ser qedera me ya reş a ji tewekulê
Divê em der bikin vê kulê
Vê birîna kêmgirtî û genî
Ya ezîtiyê.
Me destana emîtî û pêkveyiyê
Li dara xistibû
Lê ew niha
Li hêviya
li xwe
destbirinê ye.

Nabe ku nîvcû bimîne destana me
Ji gulên curbecur baxçê dîtinê
Bêpar bimîne
Û fikr û raman
Stewr bimînin ji rengên dinê

Niha ne wextê mirinê ye
Çavên milyonan li te
Ji te ronahî divên
Niha wextê hêviya wan geşkirinê ye.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê