A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Mixabin Mihemed Elî
181 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Mixabin Mihemed Elî

-ji Mihemed Eliyê mutrib re-

Mixabin Mihemed Elî,
Wekî ku tu zînê xwe li bizinê kî;
Tu bi lez mirî, û çûy ji nav me
Bêy ku tu me hînî zirnê kî.

Li dengê zirna te ya zer;
Kal û xort,
Mêr û jin,
Bajarek dihêwirî seranser
Gava ku
Li dengê şêx çend sofî,
Li dengê axê çend xulam,
Li dengê siyasiyan çend riwal
Bi erêna xwe dikişandin.

Xwe ne diêşandin
Nedihatin li dengê min, ku:
Mirîşk çav bi lext,
Ker çav bi giya,
Se çav bi hestî
Û yar
çav bi diyariya neketa
di destê min.

Ev çi mezinahî bû bi te re?
Ev çi jîrîtî bû, çi şarezayî?
Em nikarin du kesan bînin cem hev
Te bajarek digihand hev bi hêsayî.

Ka bêje Mihemed Elî,
Tu bi helawa çarşiyê û nanê firnê kî!
Malmîrato ma ne şerm bû tu mirî?
Bêy ku tu me jî hînî zirnê kî.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê