A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir
1022 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk
Li esmana stûxwar
Gava ku
ney û bilûr û tembûr
û dehol û zirne
sar
bûn
û cobar
Nedixuşîn di nivînên xwe de seraser
Sosin û beybûn û rihan
Ne d` bişkifin di bûtikê de.
Tariyên giran Tûj û kûr
Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw
Bê fikare,
bê paxav
dihelişî
dikumişî
li ser welatê min

Bi giyanek pola
Min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Wek babelîsk
Wek moraz
Wek bagerek gurr
Min eniya têkoşînê vekir
Min di eniyek de şer kir
li hember xwînxwara
Bi dilawerî
Bi bîrûbawerî
Min têkoşîn û berberî
kir û
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn
şêx Seîdê kal,
Bijişk Fuad im
Ez Bavê Tûjo me lo!..
şoreşger im.
Min navê xwe kola
li bircên Diyarbekir
Dema şefeq da
di Sîpan de
Dema ku lêvên esmên
Di sînga Sîpan de sor dikir
bi beşerûkî
Ez
Di Deriyê Niştîmanî de ketim hundir
Min
Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland
û li ber Deriyê Serxwebûnê
şer kir
Bêweç mabû baxçeyê Deriyê Felatê
Min tê de
şaxên serbestiyê çikand
Tovê xawêndariyê werkir.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez şêx Seîdê ka!,
bijîşk Fuad im
Pêşmergekî bê navûnîşan
û qevdek ji pincara welat im.
Ez duh şehîd bûm
îro, nûhat im.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê