A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Melîkeya Misrê
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Melîkeya Misrê

Em bêjin ku tu melîkeya Misrê
Tiştek mîna Nefertîtî an Kleopatra
Yaxud
Tacdara li ser textê Hollywoodê
Lê ji bextê bi reş ra
Mayî di Qesra Dar-ul-eytam
An jî li keviyek rêka Ebûsuûdê.

De na lê!

Ne, em herdû jî kerengperrên axekê
Ku welatê me hê jî mustemleke
Hem jî xistine statuyek wisa ku
Di xerîteya siyasiya cihanî de
Da bi tu reng û awayî xuyan neke.

Yanî, em bêjin
Ha tu bûyî melîkeya Misrê,
Ha ez goya qeyserê Roma rengîn
Em xwe dixapînin bi tenê.
Bi serê te rûmeta me nake bi pûlek,
Heta ku mustemleke be welatê me
û em tênekoşin li dij
Em ne bi statuya kolan e jî
Vê ji bîr meke!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê